AMED - 70 hezar kesan, 72 dîwanên di nava 3 mehan de li Mala Dengbêjan hatin danîn, guhdarkirin.  

Tatvan’da 16 gün sürecek olan festivalin tanıtımı yapıldı
Tatvan’da 16 gün sürecek olan festivalin tanıtımı yapıldı
İçeriği Görüntüle

Hate dîtin ku li Mala Dengbêjan a li navçeya Sûr a Amedê di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatan dimeşîne û ji sala 2007’an ve ji bilî roja duşemê her roj vekiriye û di navbera saet 10.00 û 17.00’an de dîwan tên avakirin serdan zêde bûne. Li navenda ku 20 dengbêj lê hene di nava mehên nîsan, gulan û hezîranê de bi komî 72 dîwan hatin danîn û di van dîwanan de 20 jê dengbêjên mêvan, 80 dengbêjan kilam gotin. Nêzî 70 hezar kesan dîwanên hatin danîn guhdarkirin û temaşekirin.