AMED ÖZ GÜNDEM- Nivîskar û helbestkar, Hevgerînendeyê Giştî yê Kovara Destar û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya DEMê Heval Dilbihar bi boneya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ji rojnameya Öz Gündemê re axivî û destnîşan kir ku zimanê kurdî bi berxwedan û têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi salan e didomin zindî maye.
Dilbahar diyar kir ku divê zimanê kurdî di makezagon û zagonanan de bê nasîn, bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê. Dilbihar wiha got, "Li Ewropayê modelên perwerdehiya pirzimanî hene. Û ku serbest be em amade ne ku perwerdehiya bi kurdî pêk bînin.
Em xwedî ezmûna ziman, potansiyela perwerdehiyê û dewlemendiya ziman a civakî ne. Me di vî warî de daneheveke girîng bi dest xistiye."
Heval Dilbihar behsa banga Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civata Demokratîk’ jî kir û got ku “Ev bang xwedî girîngiyeke dîrokî ye û divê di çarçoveya vê bangê de, êdî hemû qedexeyên li ser zimanê kurdî bên rakirin. Zimanê kurdî nasnameya me kurdan e, ew hebûna neteweya kurd e. Zimanê kurdî tenê ne di dil û mejiyê gel de, divê li her derê, li her qadê bijî.”
Hûn dikarin tevahiya hevpeyvînê li ser kanala YouTube ya Öz Gündemê temaşe bikin.