Nivîskarê zimanê zanistî, Îrfan Babaoğlu, îro di gotara xwe ya rojane de bi sernavê 'Dem, vegera li ser ziman e / Wext, Agêrayişî Ziwanî yo ' gotarek nivîsand.

Dem, vegera li ser ziman e / Wext, Agêrayişî Ziwanî yo

Em kengî ji zimanê xwe dûr ketin? Axaftina bi zimanê dayikê, danûstendinên me yên bi Kurdî, henek û kenînên me yên bi zimanê xwezayî, me kengî ji bî kir? Kengî? Dema ku em li Başûrê bi zaravayên Soranî û Behdînî, li Bakurê jî bi zaravayên Kirmanckî (Zazakî-Dimilî) û Kurmancî diaxivîn û danûstandinê dikirin, kengî Tirkî an Erebî bûn zimanê me yê hevpar(!) a sereke yên ragihandinê?

Pêkane ku imkun meriv gelek pirsên wiha li ser zimanê me yê zikmakî û çanda me yê neteweyî bipirse. Lê bersiva van hemû pirsan tenê yek e: polîtîkayên kolonyalîst ên ku ji destpêka sedsala 20an heya roja îro li ser me hatine meşandin…

Sedsala 20an sedsala dewleta neteweyî bû. Dewletên herêmî û her wiha dewletên cîhanê, welatê me kirin çar perçe. Dewletên serdest a Emperyalist peywir dan dewletên Ereb, Tirk û Faris ku Kurdan tune bikin, ziman û çanda wan jî talan bikin.

Di sedsala 20an de gelek şer qewimîn, ku cîhan serûbin kirin. Lê rewşa Kurdan neguherî.

Gelê Kurd sed sal in li hember van polîtîkayan li ber xwe da.

Bi taybetî siyaseta Kurd ku di 50 salên dawî de şopa xwe hiştiye, hewl daye ku van polîtîkayan bi awayekî sîstematîktir û bi dayîna bedeleke bêhempa têk bibe.

Yek Kurd tunebû ku di bin tersîra vê têkoşînê nemabû an jî şiyar nebûya. Vê rastiyê ne tenê li Bakur, lê di heman demê de li çar parçeyan û li ser gelê Kurd ê welatparêz ên li çaraliyê cîhanê belavbûyî bandor kir. Ev bandor bi tenê li ser gelê Kurd sînordar nebû, li ser gelên kedkar ên cîhanê, li ser mirovahiya demokratîk kir. Rewşenbîrên ku dawiya mirovahiyê di pergala kapîtalîst û emperyalîst de dîtin bandor bûn. Gelê Kurd bi hebûn û têkoşîna xwe mîsyonek pêşeng ji bo gel û kedkarên herêmê û cîhanê pêk anî.

Di mehên dawî de, ev rastî li peravên siyaseta rojane da.

Ew kesên ku hewl dan gelê Kurd tune bikin û rêya asîmîlasyonê Tirk bikin, di vê siyasetê de bi ser neketin.

Siyaseta Kurd, bi hêz û kelecana ku li hember vê pêşketinê wergirt, biryar da ku balê bikişîne ser qada siyasî. Wê qonaxa aştî û demokrasiyê dît. Wê pêwîstiya guhertin û veguherînê ragihand. Wê xebata ji bo pêkanîna pêdiviyên vê yekê danî pêşiya xwe.

Ev pêşketina siyasî ji aliyê civakê ve bi gelek awayan bi baldarî tê şopandin û nîqaşkirin. Ev qonaxek hêsan nîne. Her pêşketinek nû rewşên heyecan diafirîne; tirs, fikar û kêfxweşî digihîjin lûtkeya herî jor.

Îsal, em cejna zimanê Kurdî, 15ê Gulanê, di vê atmosfera kelecana siyasî û civakî de pîroz dikin.

Di civakê de, derfetên ku siyaseta Kurd pêşkêşî ziman û çandê kiriye û hişmendiya ku pêşxistiye girîng in. Civak gihîştiye wê astê, ku ziman, çand û îradeya xwe ya siyasî biparêze û vê yekê pêk bîne.

Hevgirtina civakî ya li ser bingeha ziman û çandê, avakirina civatek nû ya demokratîk û pêşxistina jiyaneke nû di vê hawîrdorê de dê pêwîsttir û ferztir bibe. Demokratîkbûn ku ji taxê ber bi bajêr, ji bajêr ber bi rêveberiya siyasî ya giştî dirêj dibe, dikare gav bi gav li ser bingeha ziman û çandê pêş bikeve.

Pêkanînên serdest ên dewleta navendî ji hêla gel, kadkar û civaka giştî ve bi vî rengî têne guhertin. Civaka ku tê de pêkanînên aştiyane û demokratîk serdest bibin, dê di sepandinên pratîkî yên pêşeroja nêzîk de xwe nîşan bide, bi nîqaşên li ser ka ew ê çawa ziman û çanda xwe bi rê û rêbazek guncavtir giştî bike û ew ê çawa bi aliyên wê yên maddî û manewî di herikîna jiyanê de were destgirtin.

Bi kurtasî, xwebûn, birêvebirina xwe û pêşxistina xwe li ser bingeha ziman dê pêşketineke saxlemtir a civakê misoger bike.

Ji ber vê sedemê, em dibêjin ku dem hatiye ku em vegerin ser zimanê xwe ya qedîm.

Bi gotineke din: Wext, agerayişî ziwanê ma yo…

Cejna zimanê Kurdî li we, li hemû gelên Kurd re pîroz be.